RojavaNews :Encûemena Komisyran a Herêma Kurdistanê ragihand ku, ji ber çend sedeman ew nikare roja 20ê Tebaxê hilbijartinên serokatiyê li darbixe.
Serokê Encûmena Komisyaran Hendrên Miheme roja çareşemiyê ragihand ku, di civîna “ne asayî” ya encûmena navborî de, biryar hat dayîn ku ew nikarin hilbijartinên serokatiya Herêma Kurdistanê di dema diyarkirî de li darbixin.
Destpêka vê heftiyê, Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand ku, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li ser bingeha yasaya serokatiyê roja 20.08.2015 ji bo encamdana hilbijartinên serokatiyê diyar kir.
Hendrên Mihemed ragihan jî ku, ji ber nebûna budce û dema pêwîst ew nikarin wan hilbijartinan di wê dema diyarkirî de encam bidin.