Rojava News: Hevpeymaniya Niştimanî ya Dijbereya Sûriyê (Îtîlaf) komîteyek ava kir ji bo lêkolînê derbarê wan îdîayan de bike ku dibêjin ereb û tirkmanên Girê Spî bi zorê hatine derkirin. Herwiha Kantona Cizîrî dixwaz ji rêxistinên navdewletî dike ku serdana Girê Spî bikin.
Li gor malpera Îtîlafê, Desteya Siyasî ya Îtîlafê di civîna xwe ya duhî de, biryara avakirina ji bo lêkolînê derbarê wan îdayan de, da.
Ew komîte ji çend endamên Desteya Siyasî, nûnerên wezareta dadê ya hikûmeta demkî ya dijbereyê, nûnerên rêxistinên mafên mirovan yên kurd û yên civaka sivîl pêk tê.
Desteya Siyasî ya Îtîlafê diyar kir ku erkê komîteya wan ew e ku ligel koçber û kesên ku ji ber şer reviyane bicive ji bo ku bizanibe ka ew dixwazin vegerin navçeyên xwe yan na.
Li gor biryara wê desteyê, komîteya wan wê herwiha serdana Girê Spî û gundên derdora wê jî bike û derbarê rastiya wan îdîayan de lêkolînê bike ku dibêjin xelk bi zorê hatiye koçberkirin.
Ev çend roj in ku, Hikûmeta Tirkiyeyê û hin aliyên ser bi dijbereya Sûriyê ve îdîya dikin ku YPGê li bajarokê Girê Spî li dijî ereb û turkmanan komkujî pêk aniye, lê heta niha tu belgeh di vê derbarê de belav nekirine.