RojavaNews : Komîteyek derbarê bûyerên Girê Sipî de hat avakirin
Desteya Siyasî ya Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozisyona Sûriyê di civîna xwe de 18.6.2015, biryara avakirina Komîteyekê ji bo lêkolînê derbarê bûyerên Girê Sipî de, da.
Ew komîte ji çend endamên Desteya Siyasî, nûnerên wezareta dadê ya hikûmeta demkî ya Opozisyonê, nûnerên rêxistinên mafên mirovan ên kurd û ên civaka sivîl pêk tê.
Desteya Siyasî ya Hevpeymaniyê diyar kir ku erkê komîteya wan ew e ku ligel koçber û kesên ku ji ber şer reviyane bicive ji bo ku bizanibe ka ew dixwazin vegerin navçeyên xwe yan na.
Afiya Hacî