RojavaNews : Sterka Hollywoodê û Nûnera Taybet a Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî Angelina Jolie wi îro were bajarê Mêrdînê yê Bakurê Kurdistanê.
Angelina Jolie dê ligel Komiserê Bilind ê Penaberên Neteweyên Yekbûyî Antonio Gutierrez serdana kampa li navçeya Midyadê ku tê de nêzîkî 5 hezar penaberên kurdên êzidî hene bike.
Hat ragihandin, piştî Angelina Jolie serdana Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan bike , dê serdana heman kampa bike û dê li gel penaberan fitara xwe veke.
Her çiqasî bernameya serdana Erdogan û Jolie ji hev cuda bin jî lê Joli dê nêzîkî fitarê dîsa vegere kamapa penaberan û hevdîtinekê li gel Erdogan pêk bîne.