RojavaNews : Berpirsê Komîteya Navçeya Qeracê yê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Îsmail Mihemed ji BasNews re aşkere kir ku, çekdarên DAIŞê şeva borî, 19ê Hezîranê, li navçeya Dwîzatî ya nêzîk Sultan Ebdulla li eniya Guwrê-Mexmûrê, hewla amadekirina bermîleke TNT didan, lê bermîl bi wan de teqiya.
Îsmail Mihemed da zanîn jî ku, ji encama teqîna wê bermîlê ziyaneke mezin gihişte çekdarên DAIŞê, lê hejmara çekdarên kuştî û birîndar aşkere nekir.
Çekdaran ew bermîl amade dikrin, daku li dijî pêgehên Pêşmergeyan li Sultan Ebdulla bikar bînin.