Rojava news: Malbata jineke kurd a êzîdî dibêje, PKKê keçek wan biriye û nade. Dayîka wê jina êzîdî jî dibêje, vê yekê ji DAIŞê zêdetir ez êşandim.
Jina êzîdî ya bi navê Loza Miskîn, tevlî PKKê bûye û li kampa PKKê ya li gundê Şeranşê li nêzîkî bajarokê Zaxoyê tê perwerdekirin.
Dayîka Lozayê ku bi kincên keça xwe sebra xwe tîne, dibêje, ez bi qasî ku çûyîna keça xwe bo navê PKKê êşiyam bi kuştina kurê xwe ji aliyê DAIŞê ve neêşiyam…
Birayê wê jî dibêje, eger PKK xûşka min bernede wê demê navbera PKK û kurdên êzîdî li Şingalê jî dê xirab bibe…