Print this page

PJAK gefên tûj li PDKÎ û PDK dixwe

Rojava News: Meclîsa Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) di daxuyaniyekê de îro, 20ê Hezîranê, radighîne ku “bila kes hewil nede sebra tevgera Apoyî û welatparêzên Kurdistanê biceribînin.”

 

Herwiha di daxuyaniyê de PJAK her Partiya Demokrata Kurdistanê-Rojhilat û Partiya Demokrata Kurdistanî-Îran (PDKÎ) bi piştgiriya “partiyên zer” tohmetbar dike û dibêje: “Partiyên ‘Zer’ ku rabirdûyeke wan a dûr û dirêj di belavkirina enerjiya civaka kurd û şerê bi tekoşerên kurd re heye dixwazin bi belavkirina çanda falanjîstî, civaka Kurdistanê bikin qada pêşbirgên korfamiyên xwe.”

 

Li gor daxuyaniya PJAKê “Di van rojên dawî de hinek ji kesayetên endamtiya wan di saziyên Îtliaatê de eyan û beyane, di heman demê de xwe alîgirê du partiyên zer nîşan didin. Herwiha karta endamtiya van partiyan di berîka xwe de digerînin. Van kesan dest bi reşkirina kesayetên tekoşer û welatparêzên kurd kirine.”

 

Di dawiyê de jî PJAKê wiha diyar kiriye “Partiyên ‘Zer’ ku rabirdûyeke wan a dûr û dirêj di belavkirina enerjiya civaka kurd û şerê bi tekoşerên kurd re heye dixwazin bi belavkirina çanda falanjîstî, civaka Kurdistanê bikin qada pêşbirgên korfamiyên xwe.”