Print this page

Barzanî pêşwazî li wezîr û serokfermandarê Iraqê kir

Rojava News: Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li gel Wezîrê Bergeriya Iraqê Xalid Ubeydî û Serokfermandarê Artêşa Iraqê Babekir Zêbarî hevdîtinek kir.

 

Mesûd Barzanî îro li navçeya Selahedîna Hewlêrê pêşwaziya Wezîrê Bergeriya Iraqê Xalid Ubeydî û Serokerkanê Artêşa Iraqê Babekir Zêbarî kir.

 

Li gorî daxuyaniya malpera Serokatiya Herêma Kurdistanê di hevdîtinê de Xalid Ubeydî, derbarê pêşhatên dawî yên ewlehî û rewşa rûbirûbûna DAIŞê li parêzgehên Iraqê de Mesûd Barzanî agahdar kir.

 

Herwiha hat ragihandin di vê civînê de rewş û paşaroja bajarê Musil jî hat nirxandin.

 

Hat gotin di hevdîtinê de hemahengî û karê hevbeşa Herêma Kurdistanê yên li warê serbazî û asayîşê ji bo rûbirûbûna terorîstan hat gotûbêjkirin.