Rojava News: Serokê Herêma Kurdistanê daxwza Amerîka kiribû ku firokeyên F16 radestî Îraqê neke.
Li gorî belgeyên ku Wîkîlîkis ji Istxbartên Sûdiya Erebî belavkiribûn û têde hatiye ku Serokê Herêma Kurdistanê Amerîka agahdarkiribû ku ew ne raziye bi dana firokeyên F16 radestî hikûmeta niha (Hikûmeta Malikî) ya Îraqê bike, ji ber ku Malikî Kurd wek dijminê Şîaa û dostê Suneyan dida nîşan.
Herwiha komek belgeyên din jî hatine belav kirin derbarê siyast û siyastmedarên Îraqê.
Li gorî belgeyên Wîkîlîkis peywendiyên Srok Barzanî li gel welatê Tirkiyê bûn sedema têkçûn û xirabkirina peywendiyên navbera Herêma Kurdistan û Îraqê.
Herwiha di wan belgeyan de hatiye ku Eyad Elawî ji balyozê Amerîka re gotiye ku, Malikî “zimandirêjiyê” li ser kasayetiyên Îraqê dike û ji wan xwestiye ku piştgiriya sîstema diktatorî nekin.
Herwiha di belgeyên Istxbaratê Sûdiya Erebî de wiha hatiye ku bi nerîna Serokê Herêma Kurdistanê, Malkî dê dijminatiya Kurdan bike piştî ku li dijî Suneyên Îraqê biserkeve.
Roja 19 Hizêranê malpera Wîkîlîkis biryara belavkirina 500 hezar dêkomênt û nameyên nehênî yên dezgeha Istxbaratê Sûdiya Erebî dabû û di qonaxa yekem de bi tenê 70 hezar dêkomênt belav kiriye.