Print this page

PYDê keçeke temen piçûk li Hewlêr revandin

RojavaNews :  Endamên Partiya yekîteya Demukratîk PYDê keçeke temen piçûk ya penaberên kurdên Sûrî bi navê Zehre Bozan li Hewlêrê di 18 .06.2015 revandin.

Bavê Zehre ji Kurdistana Sûriyê ye û niha li nahiya Kesnezan ya biser parêzgeha Hewlêrê ve dimîne got berpirsekî ji Partiya yekîteya Demukratîk PYDê ê binavê Ebrahîm ji wanre got ku keça wan tevlî hêzên PYDê bûye û niha li Qendîliye.

 Bozan Mehmûd got ku keça wî li Behrikê ye û dixwaze veger malê lê Endamên PYDê rê nadin ew vegere.

Her weha bavê Zehre daxwaz ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku alîkariya wî bikin û keçawî jêre vegerênin.

Afiya Hacî