Rojava News: Piştî rizgarbûna Girê Spî, nirxa tiştk û pêdiyên jiyanê li Kobanî erzan bû.
Piştî kontrolkirna bajarê Girê Spî û navçeyên derdora wê ji aliyê hêzên Volkana Ferat û hêzên Kurd ve û vebûna rêya di navbera Cizîr û Kobanî de, nirxa nan û mazotê li Kobanî daket.
Li gor zanyariyan di çend rojên borî de, 10 tankerên mazotê, 4 kamyon genim û 3 kamyon gaz ji herêma Cizîrê derbasî Kobanî bûn.
Piştî derbasbûna wan pêdiviyên jiyanê, bi biryara rêveberiya Kantona Kobanî, lîtra mazotê ji 375 lîreyan daket 20 lîreyan û wê ji her malbatekê re 200 lîtir mazort wekî alîkarî were dayîn.
Herwiha rêveberiya Kobanî biryar da ku kîloya nan jî ji 110 lîreya dakeve 20 lîreyan, lê tîpa gazê wê wekê berê bi 3500 lîreyan bê firotin.