Print this page

Li Amedê dê Zanîngeha Kurdistanê vebe

Rojava News: Weqfa Mezopotamya ku 3 sal in hewl dide li Amedê yekemîn zanîngeha bi kurdî ava bike, bi navê "Zanîngeha Kurdistanê" serî li rayedarên dewletê dan. Rêveberên weqfê dixwazin navê Kurdistanê bê pejirandin û dewlet li hemberî wan ti astengiyan dernexe. Ji bo avakirina Zanîngeha Kurdistanê ji bo destpêkê  50 milyon lîreyê tirk lazim e. Rêveberan biryar da ji hemû karsaz û giregirên kurdan alîkarî bixwazin û vî pereyî peyda bikin.

 

Rêveber û endamên Weqfa Mezopotamyayê ku 280 avakarên wê hene, ev 3 sal in hewl dide li Amedê zanîngehek ava bike. Ji bo avakirina zanîngehê endamên weqfê civîna xwe li Amedê pêk anîn û xwestin xebatên avakirina zanîngehê bêne lezginkirin.

 

Di nava avakarên Weqfa Mezopotamyayê de ji HDPê 9 û ji CHPê jî  parlamenterek hene. Yek ji van parlamenteran Osman Baydemîr e. Baydemîr, xwest herkes zend û bendan bade û vê xebatê bibin serî.

 

Digel ku bi awayeke bi rêk û pêk ev 3 sal in xebata avakirina zanîngeheke bi kurdî tê berdewamkirin jî heta niha di warê pratîkê de ji xeynî hin prosedûrên fermî û peydakirina cih hêj xebata avakirina zanîngehê nekemiliye.