RojavaNews : Endazyarê çandinyê Mihemed Emîn ji Ajansa RojavaNews re got” jib o berhevkirina genim cotiyaran gelek pirsgirêk û zehmetiyan dibîne, mîna nerxê çinînê û tinebûna karkeran piştî biryara leşkeriya neçar ya ku desthelatdarên PYDê vê dawiyê belav kirîbû li encama wê de gelek ciwanên herêma Cezîrê koçberbûn.
Derbarê firotina genm û berhemên cotiyaran yê vê salê Diyar Salih Cemîl ji Ajansa RojavaNews re ragihand berhemên çandiniya îsal başe û Rejîma Sûriyê navandên Sayîlo tenê li bajarê Qamişlo vekirne bo kirîna zad û genimên cotiyaran.
Herweha Diyar daxwiyakirin ku Rejîma Sûriyê nerxê genim û ceh ji bo cotiyaran dest nîşankirin ku ( 66)L.S ji genimre û 40 L.S ji cehre.
Diyar daxwiyakirin ku berhemên îsal ji genim ,ceh, kizbera û kemûnê pêkhat bû, lê gelek cotyaran berê xwe dan çandina kizbera û berhma wê jî gelek başe.
Rejîma Sûriyê salane li hemi bajarokê herêma Cezîrê Sayîlo û Navendên kirîna genim û berhemê cotiyaran vedike lê tenê îsala li Qamîşlo Sayîloyên xwe vekirîne.
Afiya Hacî