Print this page

DAIŞ zorê li Êzîdiyan dikin ku rojiyê bigrin

Rojava News: Berpirsekî Êzîdî aşkira kiriye ku grupa terorîstî ya DAIŞ, girtiyên Kurd ên Êzîdî neçar kirine ku rojiyê bigrin.

 

Ew kurdên Êzîdî ku ji aliyê terorîstên DAIŞ ve dîl hatine girtin hatine neçarkirin ku rojiya remezanê bigrin û 5 ferzên nimêjê jî bikin. Her weha ewên ku biryarê cî bi cî nekin ya wê bêne celd kirin an jî dê bêne kuştin.

 

Hêjayî gotinê ye ku piştî ku sala borî terorîstên DAIŞ êriş birin ser Şengalê û dagîr kirin zêdetir li 4 hezar Kurdên Êzîdî dîl hatin girtin û niha di zîndanê de jiyana xwe derbas dikin û rastî îşkencê û zordariyê tên.