Rojava News: Hat ragihandin Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî alîkariyên mirovî dişîne Girê Spî.
Çavkaniyekê ji Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî 120 ton xwarin û 200 hezar litrên mazot di çend rojan de dê bişîne Girê Spî.
Piştî derxistina DAIŞê ji Kobanî jî Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî alîkarî gihandibûn Kobanî û niha jî dê alîkariyan bigihîne Girê Spî.
Niha xelkê Girê Spî ku ji ber şer koçberî Bakurê Kurdistanê bibûn, vedigerin malên xwe û îro jî bêtirî 1500 penaberên Girê Spî bi rêya deriyê sînorî yê Kaniya Xezalan (Akçakale) derbasî Girê Spî bûn.