Print this page

Bajarokê Eyn Îsa jî ji destê DAIŞê hat derxistin

RojavaNews : Yekîniya bi navê Siwar Elreqa ku yek ji pêkhateyên hêzên Volkana Feratê ye, ragihand ku hêzên wan bi piştgiriya balafirên hevpeymaniya navdewletî bajarokê Eyn Îsa ku 50 km dûrî bajarê Reqayê yê Sûriyê ye, kontrol kirin.

Li gor daxuyaniya wê grûpê ku li ser rûpela xwe ya Twîterê belav kiriye, hêzên Volkana Feratê û Hêzên kurdî baregeha “Lîwaya 93” ya artêşa Sûriyê li başûrê rojavayê Eyn Îsa ji destê DAIŞê derxistin.

Rêxistina mafên mirovan li Sûriyê jî gotibû ku piştî kontrolkirina wê navenda leşkerî, hêzên kurdî û Volkana Feratê derbasî çend taxên bajarokê Eyn Îsa bûne.

Çalakvanên Sûriyê jî ragihandin ku duh 26 termên çekdarên DAIŞê yên ku di encama bombebarana balafirên hevpeymaniyê de li bajarokê Eyn Îsa hatibûn kuştin, gihiştin bajarê Reqayê.