Print this page

Di teqînên Hesekê de 9 kuştî

RojavaNews : Li Hesekê 3 teqîn çêbûn û di encamê de herî kêm 9 kes hatin kuştin û bi dehan kes birîndar bûn.

Duh,berî Fitarê saet 18:45ê du teqîn bi 2 otombîlên bombekirî li bajarê Hesekê çêbûn û piştî wan jî 3 kesên xwekuj xwe di nav navenda sereke ya artêşa Esed de li wê navçeyê de teqandin.

Teqîna  yekem li taxa Til Hecer li nêzî navenda asayişa PYDê pêk hat û di encama wê teqînê de kesek hat kuştin û 10 kesên din birîndar.

Herwiha  teqîna duyem nêzî nexweşxaneya zarokan li taxa Neşwê ya di bin destê hêzên hikûmeta Esed e çêbû û di encamê de 12 kes birîndar bûn.

Teqîna sêyeîn, 3 kesên xwekuj xwe di nav navenda sereke ya artêşa Esed li wê navçeyê de teqandin û di encamê de 8 leşkerên Esed hatin kuştin û bêtirî 10 leşkerên din birîndar bûn.