RojavaNews : Zinara Erebî yan jî piştîna Erebî, projeyeke nejadperesta rejîma Baas e ku di 24 hezîrana sala 1974an de li herêma Cizîrê ya Kurdistana Sûriyê pêk hat.
Ew proje, bingiha wê pilana Mihemed Teleb Hilal e ku di sala 1962an de daxwaz kiribû, erd û nasaname ji kurdên parêzgeha Hesekê bê standin, siyaseta bi erebkirinê li wir pêk were û kantonên ereban di nava kurdan de bên çandin.
Piştên û kembera erebî, bi dirêjahiya 350 km û paniya 10-15 km li ser xeta sînorî ya Rojava bi Bakurê û Başûrê Kurdistanê re pêk hat.
Di encama vê projeyê de, dewletê dest danî ser bêtirî 2 milyon hektar erdên kurdan. Malbatên ereb yên ji parêzgehên Reqa û Helebê anîn û li navçeyên kurdan li parêzgeha Hesekê bi zorê bicihkirin.