Print this page

Qamişlo.. Asayişa PYDê 2 Ciwanên ku broşor ji bo bîranîna zinara Erebî belavdikirin girtin

RojavaNews : Li bajarê  Qamişlo Asayişa bi ser Partiya PYDê ve 2 ciwanên Kurd girtin dema ku broşor bi helkefta bîranîna zinarara Erebî belav dikirin .

Jêderekî taybet ji RojavaNews re got " ku îro Asayişa bi ser Partiya PYDê ve herdû ciwanên Kurd yên bi navê Elî mehûmd , Şivan Omer girtin dema  ku belavok beladkirin bi helkefta 41mîn sal vegera zinara Erebî .

 Zinara Erebî projeyeke nejadperesta rejîma Baas e ku di 24ê hizirana sala 1974an de li herêma Cizîrê ya Kurdistana Sûriyê pêk hat.

Afiya Hacî