Rojava News: Malbatên ku ji ber gef û tehdîdên DAIŞ`ê berê xwe dan Kobanê 2 malbat rastî mayînekê hat, 6 kesan ji wan jiyana xwe ji dest dan.
Malbatên welatiyên Kurd Mustefa û Mehmed Ebdulrehman ên ji bajarê Reqayê ku îro ji ber gef û tehdîdên DAIŞ`ê ya li dijî Kurdên Reqayê û biryara derxistina wan ji bajar, di rêyên qaçax re xwestin xwe bighînin Kobanê lê di rê de mayînek bi otomobîla wan de teqiya.
Di encama teqînê de ji 11 kesên di wesayîtê de 3 jê zarok bi giştî 6 kesan jiyana xwe ji dest da, her wiha 5 kes birîndar bûn.
Kesên jiyana xwe ji dest dan ev in: ˮKewser Mustefa Ebdulrehman (1,5), Mehmud Mustefa Ebdullrehman (3), Ehmed Mehmud Ebdulrehman (6), jina bi navê Hacîre Ebdulrehman ku temenê wê nehat zanîn, Zehmra Mihemed hevsera Mustefa Ebdulrehman û ajokarê wesayîtê ku navê wî nehat nasîn in.
Kesên birîndar ji bo dermankirinê rakirin Nexweşxaneya Emel a li navenda bajarê Kobanê, bijîşkan li vir karên pêwîst pêk anîn û ew rakirin nexweşxaneyên Bakurê kurdistanê.