Rojava News: Sekreterê Polîtburoya PDKê Fazil Mîranî li hember beşdarbûna nûnerê Îranê di civîna duh a Parlamentoya Kurdistanê de nerazîbûn nîşan da û got, li ti cihekî dinyayê tiştekî wiha nehatiye dîtin.
Li gorî malpera fermî ya PDKê, Sekreterê Polîtburoya PDKê Fazil Mîranî îro li navçeya Pîrmamê ya Hewlêrê pêşwaziya Serkonsulê Brîtanya yê Hewlêrê, Angus McKee kir.
Li gorî nûçeyê, Fazil Mîranî di hevdîtinê de behsa rewşa niha ya Başûrê Kurdistanê kir û got, PDKê bi hemû hêza xwe ezmûn û berjewendiyên Herêma Kurdisanê parastiye û diparêze.
Mîranî anî ziman ku Herêma Kurdistanê di rewş û qonaxeke kirîtîk re derbas û got, divê hemû hêz û aliyên Kurdistanî di mijara şerê DAIŞê û nakokiyên bi Bexdayê re yekdeng bin.
Li ser civîna duh (23ê vê mehê) a Parlamentoya Kurdistanê û aloziyên ku ji ber wê yekê derketibûn jî Sekreterê Polîtburoya PDKê got, her çiqas PDK di hilbijartinan de yekemîn bû lê dîsa jî desthilat bi awayekî wekhev bi ser partiyên şirîkên hikûmetê de parve kir çimkî baweriya PDKê bi diyalogê heye û yekrêziya gelê Kurdistanê ji bo wê ji her tiştî girîngtir e.
Mîranî li hember vexwendina nûnerê konsulxaneya Îranê ya Hewlêrê bo civîna parlamentoyê jî nerazîbûn nîşan da û got, karekî xelet bû çimkî li ti cihekî dinyayê tiştekî wisa nehatiye dîtin ku dîplomatekî biyanî bo civîna parlamentoyê were vexwendin.
Duh bi beşdariya parlamenterên partiyên YNK, Gorran, Yekgirtû û Komela Îslamî ya Kurdistanê civîna parlamentoyê li ser pêşniyarqanûnên wan partiyan ên ji bo sererastkirina qanûna Serokatiya Herêma Kurdistanê hat lidarxistin.
Parlamenterên PDKê civîn baykot kirin û li dijî civînê nerazîbûn nîşan dan.
Nûnerê konsulxaneya Îranê ya Hewlêrê, Muhsin Bavefa jî bo civînê hatibû vexwendin.