RojavaNews - Hesekê: Îro Rêxistina DAIŞê derbasî her du taxên Neşwaya û Vêlat li bajarê Hesekê bû û di encam de xelkên bajêr ji tirsa wê rêxistinê re direvin û ber bi Amûdê û Qamişlo diçin.
Jêderkî taypet ji RojavaNews re got: ku rêxistina DAIŞê derbasî taxa Neşwaya ya bajarê Hesekê, piştî teqîna otombîleke bombekirîn bû, û şerekî giran di navbera DAIŞê û hêzên rêjîma Esed derket ku ew şer ta niha berdewame.
Ew jêder tekez kir ku di encama şer de gelek kuştî û birîndar hene.
Di heman demê de li taxa Til Hecer mala welatîkî hat topbarankirin lê ti kes ne hatiye kuştin.
Nalîn Hesen