Rojava News: iştî salekê ji ragihandina xîlefetê ji aliyê DAIŞê ve, heta niha 3 hezar sivîl û leşkerên artêşa Sûriyê hatine îdamkirin.
Rêxistina Mafê Mirovan a Sûriyê di raporekê de ragihand: “Me di nava vê sale de, navê derdora 3 hezar û 27 kesan nivîsandiye, ku ji 29ê Hezîrana par ve tenê li Sûriyê ji aliyê DAIŞê ve hatine îdamkirin.”
Li gorî wê rêxistinê, ji wan miriyan, 1787 kes sivîl in û 74 zarok in herwiha 86 jî jin in. Herwiha di nava wan sivîlan de, 930 ji erebên sunî ne û 223 sivîlên kurd in, ku di nava 48 saetan de li Kobanî jiyana xwe ji dest dane.
Rêxistina Mafê Mirovan a Sûriyê ragihand: “DAIŞê 216 ji şervanên dijbereya Sûriyê jî îdam kirine, herwiha 881 leşkerên artêşa Sûriyê jî kuştine, di nava wan de 300 leşkerên Sûriyê ku dîl ketibûn destê wan de, havîna par îdam kirin.”
Herwiha li gorî heman rêxistinê, çekdarên DAIŞê wan kesan bi tohmeta şerê dewleta îsalmî, sîxûrîm, kifir û çend karên din, îdam dikin. Derbarê şêwazê kuştinê jî dibêje, serê xelkê jê dikin, xelkê lixaçê didin û wan ji ser avahiyên bilind davêjin, herwiha wan recim dikin yan jî wan dişewitînin.