Rojava News: Hate diyarkirin ku şervanên Kurd li Hesekê taxa Ezîziyê û 2 gundên li rojhilatê wê taxê bi temamî ji çekdarên DAIŞê paqij kirine.
Li gor vê daxuyaniyê, şervanên Kurd komên çekdarên DAIŞê yên ku ketibûn rexekî taxa Ezîziyê bi temamî ji vê taxê derxistine. Herwiha di daxuyaniyê de hatiye gotin, şervanên kurd di çarçoveya heman operasyonê de, gundên Marûf û Hamra yên ku dikevin rojhilatê taxa Ezîziyê jî azad kirine.