RojavaNews : Di 25ê Hezîranê de, hejmarek çekdarên DAIŞê ji aliyê başûr û başûrê rojava ve derbasî taxa Neşwe ya rojava li bajarê Hesekê bûn, û li wir bi alîkariya şaneyên veşartî yên DAIŞê êrişî navendên hêzên artêşa Esed li wê taxê kirin.
Di encam de dehan malbatên kurd jî ji taxên kurdan ji tirsa DAIŞê û ketina bombeyan, berê xwe dane her yek ji bajarê Qamişlo, Amûdê, Dirbêsiyê, Dêrik û Serê Kaniyê.
Derbarê vê yekê de ofîsa Neteweyên Yekbûyî li Sûriyê ragihand ku zêdetirî 60 hezar kes derbiderî cihên aram bûne,lê jêderên xwecihê dibêjin ku ew rêje ji 100 hezar kes derbas kiriye.
Îmad Ehmed yek ji wan kesên ku bûye penaber wiha ji rojnameya Kurdistan re got:" Rêjeya penaberiyê pirr zêde ye,em ne ji tirsekê bûne penaber, lê hêzeke rasteqîne nîne ku parastina me bike û yên li ser erdê baweriya me bi wan nîne. Em dixwazin vegerin ser mal û milkên xwe û ev yek bi cih nabe eger Pêşmergeyên Kurdistana Sûriyê me neparêzin, bila Pêşmerge werin."
Jina bi navê Sîham Mihemed wiha got:"Em hatine Qamişlo ji ber ku em li ser zarokên xwe ditirsin, ev zêdetirî 4 salne ku em di vî halî de dijîn, bi rastî xelkê me xweragir in, lê bila Kurd bibin yek wê demê sedê wek DAIŞê nikarin me ji xaka me dûr bixin."
Adil Ibrahîm