Print this page

Çi biserê hêza berevaniya niştimanî li hesekê hat ?

RojavaNews : Roja 1.7.2015 hemû endamên hêza berevaniya niştimanî ya bi ser rejîma Esed ve tevî hêzên asayişa PYD bûne.

Jîdereke taybet ji agensa RojavaNews re got ku hemû endamên hêza berevaniya niştimanî li Hesekê tevî asayişa biser partiya PYD bûne , ev  prose jî piştî wê yekê tê ku fermandayê serbazî li bajarê Hesekê biryara helweşandina hêzên berevaniya niştimanî da.

Heman jêderî eşkerekir  ku ev biryar tê piştî ku hêzên berevaniya niştimanî  gehiştine rekeftinekê li gel leşkerên biser partiya PYD ve ku şerê DAIŞ ê bi hevre bikin.

Hêzên berevaniya niştimanî  yek ji girûpên jekdar yê ku hatine damezrandin liser destê rejîma esed  ji bilî girûpen din yê ku hatine damezrandin mîna girûpa Senadîd ya bi ser hevseroke Kantona Cezîre ya ku PYD û heval bendên wê ragihandine.

Hassan