Print this page

Kurde kî ji Rojava xwe Li ber avahiya PYDê şewitand

 

Rojava News: Welatiyekî Rojavayê Kurdistanê xwe li pêşiya baregeha Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) şewitand.

 

Li gor agahiyan welatiyekî Rojavayê Kurdistanê xwe li pêşiya baregeha PYDê li Silêmaniyê şewitand, lê jiyana xwe ji dest nedaye û bo nexweşxaneyê ve hatiye şandin.

 

Li gor hemen agahiyan  navê wî kesî Welîd Ebdurehman e û temenê wî 43 sal e û êvariya îro ji bo nîşandana nerazîbûna xwe çûye pêş   avahiya PYDê li bajarê Silêmaniyê û dest bi girevê kiriye. Li gor agahiyan, Welîd Eburehman îro di saet 18:45 de li pêşiya baregeha PYDê li bajarê Silêmaniyê agir berdaye bedena xwe û xwe şewitandiye.

 

Derbarê vê bûyerê de, Azad, kurê Weîd Ebdurehamn ji Rûdawê re gotiye;  Sedema xwe şewitandina bavê min ew bû ku birayekî min ê biçûk bi navê Birîn, ku temenê wî 15 salî bû, ew 3 roj dibe ku ji aliyê PYDê ve hatiye birin û ew birine nav refên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK), bêyî ku em agahdar bin. Bavê min jî li baregeha PYDê daxwaza birayê min kir, Berpirsê Ofîsa PYDê jî ji me re ragihand, ku birayê min li Qendîlê ye û wan ti desthilat nîne.

 

 

 Welîd Ebdurehman ji Nûneratiya PYDê li Silêmaniyê re jî gotiye: “Eger hûn kurê min navegerînin, rê bidin ez bi telefonê pê re biaxivim, ji ber ku kurdê min zarok e û temenê wî tenê 15 sal e, lê wan rê neda min ku ji min re gotin, kurê te li Qendîlê ye û em nikarin ti tiştekê ji te re bikin.”