Print this page

Tirkiyê artêşa xwe bêhtir li ser sînorê Rojava belav dike

RojavaNews :Îro 2 Temûzê artêşa Tirkiyê hejmarek din ji leşker û tankên leşkerî ber bi wîlayeta Kilis li ser sînorê Sûriyê komkirine.

Li gorî ajansa Enadol karwanê leşkerî ku ji wîlayeta Qehreman ji fewcê 5 yê tankan pêkhatibû ji BaşûrêTirkiyê bi çavdêriyeke tûnd dabû rê ji Tank, Tankên veguheztina leşkeran û leşkeran pêk hatibû. 

Karwanê leşkerî ji 15 Tang, 15 tangên veguheztina leşkeran û sê basên tijî leşker bûn.

Ev demeke Tirkiyê hêza xwe ya leşkerî li sînorê navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê belav dikin..