Print this page

Wezîrê Pêşmerge: Zêdetirî 14 hezar çekdarên DAIŞê hatine kuştin

RojavaNews : Wezîrê Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mistefa Seyîd Qadîr got ku di salekê de di operasyonên hêzên Pêşmerge û êrîşên ezmanî yên hevpeymanan de zêdetir ji 14 hezar çekdarên DAIŞê hatin kuştin.

 

Qadir got: “Di tekoşîna dijî DAIŞê de hezar û 212 Pêşmerge şehîd ketin. Hêjmara birîndaran jî derket 7 hezarî. Ji aliyê din ve li gor agahiyên ku hêzên koalîsyonê dane me, di operasyonên hêzên Pêşmerge û êrîşên ezmanî de ji 14 hezarî zêdetir çekdarên DAIŞê hatin kuştin.”

 

Qadîr got ku li Iraqê herêmên ku Kurd lê dijîn ji sedî 95 ji DAIŞê hat xelaskirin û wiha dewam kir: “Me DAIŞ ji nav axa xwe derxist lê xetere hê jî berdewam dike. Di êrîşên DAIŞê de hêzên  Pêşmergeyan serfiraz bûn. Bi taybetî jî şerên li herêma Şengala Musilê bê navber dewam dikin.”

 

Wezîrê Pêşmerge Mistafa Seyîd Qadîr derbarê amadehiyên opersayona Musilê de jî wiha axivî: “Di navbera hikûmata Iraqê, hêzên koalîsyon û Herêma Kurdistanê de komîteya amadekariyê hat avakirin. Divê şert û merc baş bê nirxandin û planeke baş bê amadekirin. Ji bo ku operasyon bi sefirazî bêkirin, divê rewş baş bê nirxandin.”

 

Qadîr ragihand ku dê Pêşmerge jî bêşdarî operasyona Musilê bibe, lê ‘wê çewa û bi çi awayiyê bibe?’ hê ne diyar e.