Rojava News: Çekdarên Bereya El Nusra li nêzî gundê Dêr Belût ê Efrîn`ê ku dikeve ser sînorê Idlibê benda kontorlê danan. Benda çeteyan guleyan li ser welatiyan direşîne û welatiyan didin tirsandin.
Şêniyên gundê Dêr Belût destnîşan kirin ku, koçberên di Kampa Etmê de ku hejmara wan bi hezaran kes in darên gundiyên Dêr Belût jê dikin û bi alîkariya leşkerên Turk konan di zeviyên gundê Dêr Belût de datînin.
Gundiyan destnîşan kirin ku çekdarên Bereya El Nusra di herêmê de bendeke kontrolê ya gerok danîne û guleyan li ser welatiyên gund direşînin, şêniyan destnîşan kirin ku welatî ji ber guleyên wan nema dikarin di nava zevyên xwe de kar bikin.
gundiyê bi navê Ekrem Bakîr ê ji gundê Dêr Belût a Cindirêsa Efrînê destnîşan kir ku piştî çeteyan benda kontorlê datînin ew jî bi şev û roj parstina gundê xwe dikin.