Rojava News: Li daristaneke gundê Xelîl Gulko yê navçeya Şiyê zarokekî 6 salî bi awayekî hovane ji aliyên hin kesên nenas ve hatibû bidarvekirin, hate dîtin.
Bavpîrê zarok diyar kir ku Ebdilezîz Mihemed Meclûl dema temenê wî 6 meh bûn ji ber ku bav û dayîka wî koçî bajarê Şamê bûne, ew di mala wî de mezin bûye.
Derbarê buyerê de bavpîrê zarok got ku Ebdilezîz bi zarokan re li pêşiya dukana wî dilîst û dema êvar bû venegeriya malê û wî tavilê hêzên Asayîşê agahdar kir.
Li gorî pizişkê otopsiyê, Ehmed Mihemed hate ragihandin ku zarok beriya ku were bi darvekirin, rastî îşkenceyeke hov hatiye.
Hêzên Asayîşê derbarê buyerê de lêpirsîna xwe didomînin.