Print this page

Li Helebê nevbera dijbereya Surî û hêzên Esad de şer germ buye

Rojava News: Li Helebê di navbera çekdarên Cebhet El-Nusra û hêzên rêjîma Sûriyê de şerekî giran derket û di encamê de 35 çekdarên El-Nusra hatin kuştin.

 

Çekdarên Cebhet El-Nusra û hin komên din ên dijbereya Sûriyê, Odeya Çalakiyan a rizgarkirina Helebê ava kirin.

 

Çekdarên wê odeyê zêdetirî 400 topên hawanê avêtin taxên di bin destê hêzên rêjîmê de û hêzên rêjîmê jî herêmên di bin kontrola çekdarên dijbereyê de bombebaran kirin.

 

Di encama şer û pevçûnên di navbera hêzên hikûmeta Sûriyê û çekdarên dijbereyê de 9 sivîlan jiyana xwe ji dest dan û bi dehan kes birîndar bûn.

 

Di taxên Cemiyet El-Zehra ya li rojavayê Helebê, Lêremûn, Raşidîn, Şîhan û derdora kela herêma Sebih Behrat şerekî giran qewimî.

 

Li gorî agahiyên rêxistina Rewangeha Mafê Mirovan a Sûriyê, di wî şerî de 35 çekdarên El-Nusra hatin kuştin.