Rojava News: Siyasetmedarên Bakurê Kurdistanê jî piştgiriya Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) dikin û dibêjin, divê pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê yên li Başûr, derbasî Rojava bibin.
Piştî êrişên DAIŞê li ser Kobanî, ku hijmareke zêde ji xelkê Kobanî jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn, ENKS dixwaze ku pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê ku li Başûrê Kurdistanê tên perwerdekirin, derbasî Rojava bibin.
Çavdêrên siyasî yên Bakûrê Kurdistanê jî vê yekê pêwîst û girîng dibînin…
Çavdêrê Siyasî Sebahedîn Korkmaz li ser vê yekê got, pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê naçin alîkariya ti hêzeke din, diçin welatê xwe biparêzin…
Siyasetmedarên Bakûrê Kurdistanê jî di wê baweriyê de ne ku eger pêşmerge derbasî Rojava bibin êdî DAIŞ dê nekaribe bi hêsanî êrîşî axa Rojavayê Kurdistanê bike…
Siyasetmedar û endamê Partiya Azadî û Sosyalîzmê (OSP) Nusret Maçîn jî li ser vê yekê got, divê kurd di warê siyasî û leşkerî de bi hev re bin û xwe bihêz bikin…
Lêkolîner amaje dikin ku derbasbûna pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê dê bi xwe re bayeke erênî ya pêkanîna yekîtiya siyasî jî bîne…