RojavaNews : Çavkaniyekê ji navenda Eltub Eledlî li Mûsilê ragihand ku Îro 4 Temozê wan 28 termên kuştiyên çekdarên DAIŞê wergirtine, di nav wan de serkirde û berpirsên emnî hene ku di şerekî li gel Pêşmerge li qezaya Şingalê hatibûn kuştin.
Wê çavkaniyê ragihand: “Îro DAIŞê 28 termên kuştiyên çekdarên xwe radestî navenda Eltub Eledlî li Mûsilê kirin, ew kuştî di encama bersivdayîna Pêşmergeyên Kurdistanê li dijî êrîşek çekdarên DAIŞê bo ser sengerên Pêşmerge li Şingalê hatbûn kuştin.”
Herwiha wê çavkaniyê got jî: “DAIŞê xwestiye ku ev kuştî li Tub Eledlî bimînin û ti zaniyarî derbarê wan neyên belavkirin.”