RojavaNews : Îro 4 Temûzê şandek Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) serdana pîlotbîroya Yekgirtû Islamî kir û li ser pirsa serokatî û destûra Herêma Kurdistanê civîn lidarxistin.
Di destpêka civînê de emîndarê giştî ê Yekgirtû Mihemed Ferec ragihand: “Pêwîste aliyên siyasî bi rihekî berpirsiyane van her du pirsan gotûbêj bikin û karên cedî bo çareseriya wan bikin.”
Piştî civîn bi dawî bû serokê şand PDKê Nêcîrvan Barzanî di kongirekî rojnamevanî de li gel Mihemed Ferec got: “Me di civînê de behsa wê yekê kir ku mercê me ê serkî ew e ku rêkeftin û sazan li ser wan her du pirsan bê kirin.”
Herwiha Nêcîrvan Barzanî got jî: “Divê em nasbikin bê kîjan cûreyên destûr ji gel re başe ne ji bo kesan, ji ber ku ew kesên niha hene dibe ku sibe tinebin lewma divê em destûrekî binvîsin di berjewndiya gelê me de be.”
Ji aliyekî din ve berdevkê fermî yê Yekitiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Îmad Ehmed ragihand: “Birayên PKDê pêwendî li gel me kirin ji bo ku em li gel hev kombibin û em jî amade ne ku di demek nêzîk de li gel hev bicivin.”
Derbarê peywendiyên li gel PKDê Îmad Ehmed got: “Biratî û peywendiyên me li gel PKDê xwedî dîrokek dûr û dirêje.”