Print this page

Amerîka rê dide operasyona Tirkiyeyê yan na?

Rojava News. Piştî ku şervanên kurd herêma Girê Spî ji dest çekdarên DAIŞê derxistin, Tirkiye dilgiraniya xwe li hember wê yekê anî ziman û ragihand dê operasyonên li Sûriyeyê pêk bîne û bo wê jî dê bi Amerîka û aliyên navdewletî re gotûbêjê bike.

 

Tirkiyeyê ragihand, ew ji bo parastina ewlehiya sînorê xwe û ji bo ku rê nede, kurd li Sûriyeyê jî dewletek din ava bikin, dê operasyonekê di nava axa Sûriyeyê de pêk bîne û herêma Cerablus û Ezazê ya di navbera Kobanî û Efrînê de kontrol bike.

 

Balyozê Amerîkayê li Tirkiyeyê John Bass ragihand ku Amerîka û Tirkiyeyê li hember hebûna rêxistina DAIŞê li ser sînorê Tirkiyeyê bi Sûriyê re bi guman in û ew dê li hember wê metirsiyê bi hev re di nav hevkariyê de bin.

 

John Bass herwiha got, her du welat dê guman û daxwazên  xwe radestî rayedarên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) bikin, lê tekez kir ku eger her hêzek bixwaze sînorê Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê kontrol bike, pêwîst e li hember DAIŞê şer û têkoşînê bike.

 

Tevî ku Serokwezîrê Tirkiyeyê Ahmet Davutoglu ragihanbû ku, ti niyeta Tirkiyeyê tine ye ku artêşa wê derbasî Sûriyeyê bibe û herwiha ew rê nadin ku kurd li wir ti statoyekê çêbikin, lê ragihandinên amerîkî û yên welatên rojavayî, manşetên wek "artêşa Tirkiyê amadekariya xwe dike ku derbasî Sûriyeyê bibe", yan jî "artêşa Tirkiyeyê piştgiriya Cebhet Elnusra Dike" li ser rûpelên yekemîn ên rojname û malperên xwe derbas dikin.

 

Li gor medyaya amerîkî, di navber Amrîka û Tirkiyeyê de li ser mijara geşedanên dawî yên li Kobanî, Cerablus û Ezazê danûsatndin û gotûbêj berdewam in.

 

Hat ragihandin ku, diplomatkar û nûnerên Pentagonê ji Tirkiyeyê dixwazin ku, li dewsa ku Hêzên Hevpeymaniyê balafirgeha Ahmet Elcebar a li welatê Kuwaytê bikar bînin ,bila Tirkiye balafirgeha Încirlîkê ya nîzîkî bajarê Edenê û balefirgeha Amedê têxe xizmeta wan.

 

Li gor agahiyan, amerîkayê ji rayedarên Enqereyê re gotiye,  li hember wê yekê jî ew dê piştgiriyê bidin hêzên artêşa azad û sînorê Tirkiyeyê bi Sûriyeyê re biparêzin û bo çareserkirina pirsgirêka penaberên Sûriyeyê ku tên Tirkiyê, alîkariya Tirkiyeyê bikin.

 

Herwiha li gor agahiyên medyayên amerîkî, heta niha nakokiyên her du aliyan li ser wê yekê ye ku navçeya Cerablusê ya nîzîkî Kobanî bi destê kîjan hêzê ji destê rêxistina DAIŞê bê derxistin.

 

Li gor medyayên amerîkî, Washington dixwaze devera Cerablusê bi destê YPGê û hevkakarên wê yên Artêşa Azad wek Burkan el Firatê bê rizgarkirin, lê Tirkiyeyê du rêyan destnîşan dike, yan ew dê bi artêşa xwe bikeve wê deverên û wê ji dest DAIşê derxîne û herêmeke aram lê çêbike, yan jî eger ew nebû, bi rêya hêzên Artêşa Azad a Sûriyeyê yên nîzîkî Tirkiyeyê were kontrolkirin.

 

Li gor gotinên rayedarên hikûmeta Tirkiyeyê, ew qet razî nabin ku herêma di navbera Cerablus û navçeya Ezazê de ku dirêjiya wê bi qasî 110 kîlometrî ye, têkeve di destê hêzên kurdî de û ragihandiye, ku ew yek ji wan re xeta sor e.

 

Tirkiyê naxwaze sînorê wê bi riya PYDê bê kontirolkirin.

 

Berpirsên hikûmeta Tirkiyê dibêjin, eger ewlekariya wan li ser sînora Sûriyeyê bikeve metirsiyê, ew dê li gor peymana Enqereyê tev bigerin, ku ew peyman rê dide wî welatî bi qasî15 kîlometirî derbasî nav sînorê Sûriyeyê bibe.

 

Şirovekar dibêjin, Tirkiye bêyî erêkirina Encûmena Asayişa Navdewletî, NATO û Amerîkayê, nikare operasyonên di nava axa Sûriyeyê de pêk bîne.

 

Li gor şirovekarên karûbarên stratejîk, eger Tirkiye bêyî rêdana wan aliyan têkeve Sûriyeyê û weke Serokê Berê yê Iraqê Sedam Hisên di dema êrişa bo ser Kuweytê de bike, dibe ku rastî heman berteka tund were.