Print this page

PDK û Tevgera Goran li Silêmaniyê civyan

RojavaNews :Tevgera Goran û Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) dixwazin li ser pirsa destûr û serokatiya Herêma Kurdistanê bighên rêkeftinê û yekemîn civîna fermî derbarê vê pirsê di navbera herdu aliyan de encam da.

Duh 5 Temûzê li beregehê serekî yê Tevgera Goran li Silêmaniyê her yek ji cîgirê serokê PDKê Nêçîrvan Barzanî û Sekreterê Giştî yê Tevgera Goran Newşêrwan Mistefa kongirek rojnamevanî lidarxistin, Newşêrwan Mistefa got: “Em kêfxweşbûn bi hatina şanda PDKê bo Silêmaniyê û civîn li gel berpirsên Yekitiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) û Goran û aliyên din jî gerek  li darxe. Û wê civînên me berdewam bin heta ku em bighên çareseriyekê hevbeş ji bo pirsên Kurdistanê û hemî gelê Kurdistanê wê bê agahdarkirin.”

Nêçîrvan Barzanî jî ragihand: “Em wek PDK bîr û nerînên me hene li gel Goran me ew behskirin û em her du alî jî li gel wê yekê ne ku em rêkeyan bo çareserkirina pirsên Kurdistanê bibînin di riya sazan û rêkeftinan re û civîna me gelekî başbû û wê civîn berdewam bibin heta ku em bighên encamekê.”