Print this page

Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî, pirsa Kobanê û penaberan bire civîna Cenevê

RojavaNews :Şandekî Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî beşdarî civîna salane ya derberê penaberên cîhanê ya li Cenevê bû û tê de pirsa xelkê Kobanê û penaberên li Herêma Kurdistanê anî rojevê.

Cîgirê Serokê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî Mûsa Ehmed li Cenev ya Siwîsreyê beşdarî civîna salane ya derbarê penaberên cîhanê bû.

Li gor daxuyaniya ku ji aliyê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî ve hatiye dayîn di civînê de şanda dezgehê rewşa penaberên li Herêma Kurdistanê, xizmetên bo penaberan, komkujiya li ser Kurdên Ezdî aniye rojevê.

Şandê di civînê de diyar kiriye ku piştî rizgarkirina navçeyên dagirkirî ti rêxistinek navdewletî amade nebûye ku bêne herêmê û alikariya penaberan bikin.

Her wiha şanda Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî bal kêşaye ser rewşa Kobanê û amaje bi wê yekê kiriye ku civaka navdewletî li hember rewşa Kobanê ya mirovî bê deng maye.

Di destpêka vê mehê de li bajarê Cenevê ya Swîsreyê civîna salana ya derbarê penaberên cîhanê de birêve çû. Civîn 3 rojan perdewam kir û 270 rêxistinên navnetewî beşdar bûn.