Rojava News: Di rêkeftinekê de di navbera Saziya Afaq a Sûrî û kolêja Oxford a zanistî li Yemenê, şaxeke wê kolêjê li Bajarê Dîlokê (Entab) hat vekirin da ku xwendekarên Sûriyeyê û Rojavayê Kurdistanê bikarin xwendina xwe li wê derê berdewam bikin.
Di rêkeftina navbera Saziya Afaq û Kolêja Oxford a li Yemenê de, bawernameyên Rêveberiya Xweser li Efrînê tên naskirin û xwendekarên ku li xwandingeh û zanîngehên kantona Efrînê bi dest xistine, dikarin li wê kolêjê jî bixwînin.
Bo gotûbêjkirina wê mijarê, şandek ji kolêja Oxfordê serdana Efrînê kiribû û bi berpirsên kantonê re civiyabû, lê hêj kantonê bersiva kolêjê nedaye.
Berpirsên kolêjê li Dîlokê dibêjin, ew dê 3 şaxên kolêja xwe li Idlib û gundewarên wê vekin û eger Rêveberiya Xweser a Kantona Efrînê bi wan re rêkeftinekê pêk bîne, eger heye şaxekê li Efrînê jî vekin.
Hefteyek dibe ku tomarkirina navên xwendekaran dest pê kiriye. Di Îlona bê de, dê proseya xwendinê li kolêjê dest pê bike.
Heya niha bi hezaran ji xwendekarên Efrînê li cem Rêveberiya Xweser bawernameya Bekeloriyê bi dest xistine,lê kesek ji wan nikarîbû derbasî zanîngehê bibe, ji ber ku ti zanîngehan bawerînameyên Rêveberiya Xweser a Efrînê nas nakin.