Print this page

DAIŞ derbasî Eyn Isa bû lê şikest

Rojava news: Çekdarên DAIŞê îro danê sibê bi dizî derbasî nava bajarokê Eyn Isa bûn, lê şervanên kurd piştî şerekî dijwar karîn wan ji nav vî bajarokî derxînin û bajêr bi temamî kontrol bikin.

 

Du hefte berî niha bajarokê Eyn Isa bi temamî ji destê çekdarên DAIŞê hat derxistin û şervanên kurd ew bajarok kontrol kirin.

 

Piştî kontrolkirina Eyn Isa ji aliyê şervanên Kurd ve, doh danê sibê çekdarên DAIŞê êrişeke berfireh bo ser navçeya Bedi Alî ya li ser rêya serekî ya ber bi bajarokê Eyn Isa dest pê kirin û hejmarek çekdarên wê rêxistinê bi dizî derbasî nava vî bajarokî bûn.

 

Piştre hate ragihandin ku; bajarokê Eyn Isa niha bi temamî di bin kontrola şervanên kurd û hêzên Burkan El Firatê de ye.

 

Li gor heman daxuyaniyan yê hêzên Kurd û şer û Burkan El Firatê pevçûn niha tenê li aliyê başûrê bajarokê Eyn Isayê heye.

 

Roja 14ê Hezîranê, şervanên Kurd  û Burkan El Firatê xwe gihandin derdora bajarokê Girê Spî û piştî du rojan ew bajarok bi temamî ji destê çekdarên DAIŞê derxistin û kontrol kirin.

 

Piştî kontrolkirina Girê Spî di 15 û 16ê Hezîranê de, şervanên kurd li ser êrişên xwe yên li dijî çekdarên DAIŞê berdewam bûn û karîn di demek kurt bajarokê Eyn Isa jî kontrol bikin ku tenê 56 km ji bakurê navenda bajarê Reqa yê paytextê DAIŞê dûr e.