Print this page

Barzanî li Kerkûkê ye

RojavaNews :Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî çû bajarê Kerkûkê û biryare ligel fermandarên Pêşmerge û berpirs û aliyên siyasî yê vî bajarî bicive.

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî îro çû Kerkûkê. Li gor agahiyan biryare Barzanî ligel fermandarên hêzên Pêşmerge, rêvebirên bajar û aliyên siyasî bicive. Barzanî wê rewşa ewlekariya bajêr jî rayadaran bipirse. 

Piştî êrîşên DAIŞ ên li ser Iraqê Hêzên Pêşmerge bajarê Kerkûkê kontirol kirin û di vê navberê de Serokê Herêma Kurdistanê jî çand caran serdana eniyên Kerkûkê kir.