RojavaNews :Li Hesekê şer û pevçûn di navbera çekdarên DAIŞê û hêzên bi ser rêjîma Esed ve li taxên Başûrî bajêr berdewame û DAIŞê derbasî Xiwêran rojhilat bû
jêderkî taybet ji RojavaNews re got:"ku rêxistina DAIŞê îro derbasî Xiwêran rojhilat bû piştî derketina şerkî giran di navbera çekdarên DAIŞê û hêzên bi ser rêjîma Esed ve".
Walatiyekî ji Hesekê ji Rojava News re got:"Duh bi şevê hêzên bi ser rêjîma Esed ve taxên Naşwa û hole werzişê bi bermîlên teqîner bombebaran kir û di encam de gelek ziyanên madî hene".
Navborî berdewam kir û got şer û pevçûn di navbera çekdarên DAIŞê û hêzên bi ser rêjîma Esed ve li taxên Neşwa û Lêliyê û Xiwêran li Başûrî bajêr berdewame.
Nalin Hesen