Print this page

Balafirên hevpeymaniya li Rojavayê Kurdistanê 11 êrişên emsanî pêk anîn

RojavaNews : Balafirên şer ên hevpeymaniya bi serpireştiya Amerîkayê, li dijî navend û tevgerên çekdarên DAIŞê li Hesekê, Kobanî û Girê Spî li Rojavayê Kurdistanê, 11 êrişên emsanî pêk anîn.

Hevpeymaniya Navdewletiya li dijî DAIŞê di daxuyaniyekê de ragihand , balafirên bê pilot ên hevpeymaniya li dijî DAIŞê ya bi serpireştiya Amerîkayê, duh 7ê Tîrmehê, li dijî navendên çekdarên DAIŞê li Sûriyeyê 11 êrîş pêk anîn û cihên wan bombebaran kirin. 

Li gor daxuyaniyê, di vê operasyonê de, balafirên şer ên hevpeymanan li bajarê Hesekê 2 êrîş, li Reqayê 1 êrîş, li Kobanî 3 êriş û li Girê Spî 5 êrîş li dijî çekdarên DAIŞê lidar xistine. 

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, di êrîşan de balafiran, navend û baregehên DAIŞê, otomobîlên serbazî û çeperên çekdarên DAIŞê bi dijwarî bombebaran kirin û rûxandin. 

Di daxuyaniyê de herwiha hat gotin, ku di çarçoveya vê operasyonê de li Iraqê jî 14 êriş li dijî çekdarên DAIŞê pêk hatin. 

Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletiya li dijî DAIŞê, Thomas Gilleran derbarê vê operasyonê de ragihand, ku di êrişa balafiran de baregeh, cebilxane û çeperên DAIŞê hatin bombebarankirin.

 

Thomas Gilleran herwiha got: “Di encama wan êrişan de, çekdarên DAIŞê bi awayekê baş hat lawazkirin û ev yek bo hevelbendên me yên li Iraqê û Sûriyeyê alîkariyek baş bû.”