RojavaNews :Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand ku, meydana kar û xebata Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) ne li Herêma Kurdistanê ye, ji ber ku ew li vir mêvan in.
Barzanî piştî civîna xwe de ligel aliyên siyasî yê xiristiyan li Herêma Kurdistanê konferanseke rojnamevaniyê lidar xist.
Nêçîrvan Barzanî wiha got: “Em wek Herêma Kurdistanê û hikûmet, karê me yê sereke giringîdan e bi Herêma Kurdistana Iraqê. Meydana karê PKKê cihê wê ne Başûrê Kurdistanê ye, cihê wê welatê Tirkiyeyê ye.
Barzanî wiha domand: “Dirûşma PKKê ew e ku hem dixwazin pirsgirêkan li Tirkiyeyê çareser bikin, hem jî ew dixwazin pirgirêkên xwe ligel wî welatî çareser bikin. Lewma niha ew li Herêma Kurdistanê mêvan in. Ev çendîn sal e ku me li Başûr mêvandariya wan kiriye. Bêguman dê rojekê bigihên rêkeftinekê û dê vegerin welatê xwe.”
Nêçîrvan Barzanî di dawiyê de ragihand: “Em jî hêvîdar in, ku ew ligel Enqere bi aştî û gotûbêj bigihên rêkeftinekê û ew jî vegerin cihên xwe.”