Rojava News: Balafirên şer ên hevpeymanan êrişî karwaneka otomobîlên DAIŞê li mêhwera rojavayê Dîcleyê kirin û di encam de 3 otomobîlên serbazî yên wê rêxistinê hatin rûxandin û hemû çekdarên di nav de hatin kuştin.
Berpirsê Ragihandina Fermandeyiya Pêşmergeyên Zêrevanî, eqîd Dilşad Mewlûd derbarê buyerê de gotiye; “Balafirên şer ên hevpeymanan, êrişî karwaneka otomobîlên çekdarên DAIŞê li gundê Helebiye li rojhilatê Dûrêya Askê Mûsilê li mêhwera rojavayê Dîcleyê kirin û ew bombebaran kirin.
Dilşad Mewlûd herwiha amaje bi wê yekê da ku li gor agahiyên wan di encama bombebarana balafirên hevpeymanan bo ser karwana otomobîlên DAIŞê de, 3 otomobîlên DAIŞê hatin têkşikandin û hemû çekdarên nav otomobîlan de jî hatin kuştin.
Gundê Helebiye li sînorê mêhwera rojavayê Dîcleyê û rojhilatê dûrêya Askê Mûsilê û Keskê ye.
Ji ber ku liv û tevgera çekdarên DAIŞê li sînorê mêhwera rojavayê Dîcleyê zêde ye, ew dever gelek caran ji aliyê balafirên şer ên hevpeymanan tê bombebarankirin.