Rojava News: Hat ragihandin, li gundê Kodîle ya ser bi Mexmûrê ve bombeyek bi çekdarên DAIŞê ve teqiya û di encam de 5 çekdarên wê rêxistinê hatin kuştin.
Li gor ku rayederên Iraqî ragihandine ; êvariya îro li gundê Kodîle ya Mexmûrê bombeyek bi çekdarên DAIŞê ve teqiya û bi sedema wê teqînê 5 çekdarên DAIŞê hatin kuştin û 3 çekdarên din jî birîndar bûn.
Demak u çekdarên DAİŞê mijulî çêkirina bombeyê bûne teqînê rudaye.
Ji aliyekê din ve, li mêhwera Başîk li deşta Neynewayê, balafirên şer ên hevpeymanan êrişî navend û çeperên çekdarên DAIŞê kirin û di encam de 2 otomobîlên leşkerî yên DAIŞê hatin jinavbirin.
Lê belê di derbarê hejmara temam a kuştî û birîndarên DAIŞê de tu agahî nehatiye dayin.