RojavaNews :Li Hesekê şer navbera hêzên rejîma Esed û çekdarên DAIŞê li bajarê Hesekê berdewam e û rêxistinê çend avahiyên ku di destê hêzên rejîmê de bûn, kontrol kirin.
şer navbera hêzên hikûmeta Sûriyê û çekdarên DAÎŞê li çarêya Panorama li Taxa Xiwêran diqewime û di encamê de çend kuştî ji herdu aliyan hene.
Çekdarên DAIŞê herwiha çend avahiyên ku di destê hêzên hikûmetê de bûn, kontrol kirin.
Li Taxa Eskerî jî nêzîkî navenda Hesekê, çend topên hawanê nêzîkî navenda polîsên serbazî ketin lê ziyan hîn nehatine zanîn.