RojavaNews : Piştî ku Encumena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) hêza Pêşmergeyên rojavayê kurdistanê li xwe girt ,medyayên kurdî belav kirin ku ew Pêşmerge xwe ji vegerê re amade dikin , li partiya PYD nerazîbûna xwe li ser vê yekê da xuyakirin.
Di hevpeyvînekê de ligel Nûrî Birîmo Endamê Komîteya Navendî ya PDKSê û serokê Xwecihiya ENKSê li Herêma Kurdistanê derbarî derbasbûna Pêşmergeyên rojava bo kurdistana Sûriyê wisa got": her wê ev pêşmerge vegerin kurdistana Sûriyayê çimkî ew hêz hatiya damezirandin bo bergiriya axa kurdistanê bikin, û ew mafê wan yê sirûştiya, lê em bi hêvî ne ku vegera pêşmergên me bi rêkeftinekê di navbera me û PYD bi ,ji ber eger rêkeftin nebi wê gelek ziyan bighên kurda, û wê şerkî kurdî-kurdî derkevê edî dewleta kurdî çê nebe,û em weku siyastmedar em daxwazê ji serokê herêma kurdistanê Mesûd Barzanî dikin ku pêwendiyan di navbera me û Amîrika girêde da ku Amîrika zextê li rêjîma Esed bike ku balafêrên wê li kurdistana sûriyê qedexe bibe ".
Derbarê sedema daxwaza derbasbûna Pêşmergeye vê demê de navborşî eşker kir":Vegera Pêşmergeyên rojava pêwîstî û giringiya wê heya ji ber hat xwyakirin ku partiyek bi tene sere xwe nikare kurdistana sûriyê biparêze, bi taybetî piştî komkûjiya Kobanî ku ew belgeh e ku PYD nikare bergiriyê ber axa kurdistana sûriyê bike".
Birîmo berdewam kir,di bawariya mi de pêşmerge pêwîstî du tiştaya, yek ji wan çawa em karibin pêşmerge ji balfêrên Esed biparêzên , ya din çawa emê wan pêşmerge ji şerê birakûjiyê biparêzên.
Li ser lêdwanên Ebdelkerîm Saroxan wezîrê bergirya bi ser PYDê ve ku ragihand bu eger pêşmerge derbasî nav xaka rojava bibin wê me li hember xwe bibînin ,Nûrî Birîmo got Ev lêdwanên wisa ne pêwîste ji kurda re di vê demê de, kurd tenê pêwîstiya wan bi avakirina mala kurdî heye û bere PYD xweş zanibê ku dema pêşmerge derbasî kurdistana sûriyê nebin ew ne ji tirsa pyd û ypg re ye,lê em hisaban ji balafêrên Esed û bermîlên teqîner yên wê rêjîmê dikin
Navnorî gotinên xwe bi dawî anî u got Emê carekê tenê vê hêzê bi şer kin li kurdistana suriyê ew jî ji bo dewlate kurdî ya û em sozê didin miletê xwe ku wê çekên me ber bi dijmin ve bin ,ne ber birayê me ve bin.
Nalîn Hesen