Rojava News: Hat ragihandin, şer û pevçûnên navbera çekdarên DAIŞê û hêzên hikûmeta Sûriyeyê li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê berdewam dike û di êrişa DAIŞê de baregehê Parêzgeha Hesekê agir pê ket. Herwiha hat ragihandin, DAIŞ hewla kontrolkirina taxa Ezîziye dide.
Li gor agahiyên ku medyaya fermî ya hikûmeta Sûriyeyê belav kirine, agirekî mezin bi avahiya parêzgeha Hesekê li rojhilatê bajar ketiye.
Li gor nûçeya medyaya fermî ya Sûriyeyê, çekdarên DAIŞê di berdewamiya şerê ligel hêzên hikûmeta Sûriyeyê de, gulleyekê RPC avêtine baregehê parêzgehê û di encam de agirek mezin bi vê avahiyê ket.
Hat ragihandin, ku heya niha jî şer û pevçûnên dijwar di navbera hêzên hikûmeta Sûriyeyê û çekdarên DAIŞê li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê berdewam dike.
Ji aliyekê din ve çekdarên DAIŞê êrişî ser taxa kurdî ya Ezîziye li vî bajarî dikin û hewl didin vê taxa kurdî jî kontrol bikin. Taxa Ezîziye di bin kontrola şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) de ye, lê xortên hin kolanên wê taxê ku ereb lê dijîn, tevlî çekdarên DAIŞê bûne û ew kolan ketine destê DAIŞê.
Heseke bajarekê Rojavayê Kurdistanê ye û navenda îdarî û siyasî ya parêzgeha Hesekê ye. Heseke piştî bajarê Qamîşlo, duyemîn bajarê mezin ê Rojavayê Kurdistanê ye.
Li bajarê Hesekê pêkhateyên kurd, ereb û xirîstiyan bi hev re dijîn. Taxên kurdî û taxên li rojavayê bajarê Hesekê di kontrola şervanên YPG de ne û ji aliyê şervanên kurd ve tên parastin.
Li taxên din ên li başûr û rojhilatê Hesekê jî şer di navbera artêşa Sûriyeyê û milîsên ser bi hikûmetê ve ji aliyekê û çekdarên DAIŞê ji aliyekê din ve berdewam dike.