Print this page

Banka Navdewletî alîkariya 2 navçeyê Kurdistanê dike

Rojava News: Banka Navdewletî biryar daye ku alîkariyên darayî bi qasî 350 milyon dolar pêşkêşî Bexdayê bike. Ew alîkarî herdu navçeyên Başûrê Kurdistanê Celewla û Seidîye jî li xwe digire.

 

Di daxuyaniyekê de, duhî Banka Navdewletî ragihand: “Ji bo nûkirin û bêzkirina jêrxana aborî ya Iraqê ku ji ber şer çend navçeyên wê hatin wêrankirin, me biryar daye ku 350 milyon dolar pêşkêşî wî welatî bikin.”

 

Li gorî wê daxuyaniyê, ew pere dê ji bo nûkirina nexweşxane, projeyên av û riyan be.

 

Ev alîkariya Banka Navdewletî beşek e ji pilaneke 5 salî bo avakirina 7 navçeyên Iraqê, ew jî ev in: Tikrît, Dore, Ziloiye, Elelem, Uzêm, Celewla û Seidîye jî.